1. straneka xweş ya edith piaf e. |
|
28.04.2014 10:25 |
yoda
|
2. mûzîka fîlma (vbnr jeux d'enfant) bû. |
|
28.04.2014 11:55 |
simurg56
|
3. xalê louis armstrong jî ev stran wergerandiye îngîlîzî û gotiye.. li ber dilê min xweştirîn versiyona vê stranê ya lois armstrong e.. dema vê stranê dibêje diranên wî yên spÎ, diÎsin, diteyîsin tê bêjî qey şewqa taveheyvê ye vedide ser çermê wî yê reş.. |
|
19.09.2014 02:39 |
endazer
|
4. fîlma jiyan a édith piafê ye. di sala 2007ê de hatiye kişandin. ax marcel, ax! bi mirina marcelê, min weke ji çavên edith piafê ve spehiya wî mêrikê dît. û ew çû û çû. ez dibêm qey min piçek fahm kir jin çawa ji mêran hes dikin. sînema tiştekê ecêb e. rojekî ez bikarim vî derdê evînê bikişînim, ez ê carekî din lê temaşe bikim. marion cotillard, bi ya min yek ji lîstikvanên herî baş e. bala min kişand ku sylvie testud jî di nav vê fîlmê de bû. |
|
14.04.2018 01:09 ~01:13 |
mirovekirind
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |